Zelenskiy pistrast kir: Me dest bi êrîsa dijber kir!

Zelenskiy pistrast kir: Me dest bi êrîsa dijber kir!

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy piştrast kir ku wan li dijî Rusyayê, dest bi êrîşên dijber kirine.

Volodimir Zelenskiy, ev daxuyanî piştî gurbûna şer li başûr û rojhilatê Ukraynayê û gotegotên di derbarê pêşveçûna pêşbînîkirî ya êrîşê de da.

Zelenskiy di daxuyaniya xwe de bal kişand ser rewşa eniyên şer û got,"Çalakiyên li dijî êrîşan û berevaniyê pêk tên.”

Hat ragihandin ku leşkerên Ukraynayê li rojhilat li nêzî Bahmutê û li başûr jî li nêzî Zaporizhiayê bi pêş ve diçin û li dijî hedefên Rusyayê êrîşên dûravêj dikin.

Lê belê dema ku her du aliyên şer îdiayên nakok dikin, nirxandina rastiya li eniyê dijwar e: Ukrayna îdîa dike ku pêşde diçe, lê Rusya îdîa dike ku êrîşan paşve kişandiye.

Her wiha Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin di hevpeyvînekê ku roja îniya borî dabû de diyar kirbû ku

 “Hêzên Ukraynayê dest bi êrîşê kiriye, lê hewildanên pêşveçûnê bi ser neketine û hêzên Ukraynayê wendahiyên giran dane.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin