Donald Trump: Divê ez bimiriyama

Donald Trump: Divê ez bimiriyama

PeyamaKurd - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden piştî hewla kuştina Serokê berê Donald Trump gotarekê pêşkêşî gel kir. Trump jî di derbarê hewla kuştinê de daxuyanî da rojnameyekê û got: "Divê ez bimiriyama."

Axaftina Biden a ji gel re ku ji Koşka Spî pêşkêş kir 10 xulekan dom kir.

Serok Biden di axaftina xwe ya ku li ser yekitiya neteweyî rawestiya de hêrişê riswa kir û sersaxiyê ji malbata Corey Comperatoreyê ku di hêrişê de canê xwe ji dest dabû xwest.

Joe Biden banga kêmkirina tengijînê kir û got: “Ev bûyer, beriya hilbijartinên serokatiyê tengijînekê derxistiye holê. Em dibêjin ku Amerîka cihê tundiyê nîne."

Biden bi gotina “Tundûtûjî tu carî çareseriyê pêk nayîne” hêrişa alîgirên Donald Trump a 6ê Çileya 2021ê ya li dijî Kongreya DYAyê û herwiha hewla kuştina Trump wek mînak nîşan da û dom kir:

"Li Amerîkayê cihê tund û tûjiyê tune ye. Em her cure tundiyê red dikin. Gotûbêjkirina siyasetê li vî welatî pir tund bûye, niha dema nermkirina wê ye."

Trump: Divê ez bimiriyama

Serokê berê yê DYAyê Donald Trump jî ji New York Postê re got, "Min dizanibû ku dinya temaşe dike. Min dizanibû ku dîrok wê vê yekê dadbar bike û hewla kuştina min serpêhatiyeke surreal e. Divê ez bimiriyama."

Rojnameya New York Postê diyar kir ku Trump guhê xwe yê rastê bi bandêke spî grê daye, lê belê destûr nedaye ku wêneyên wî bêne kêşandin.

Trump got, "Divê ez ne li vir bûma, divê ez bimiriyama. Bijîşkê nexweşxaneyê got ku wî heta niha tiştekî wiha nedîtiye û vê bûyerê wek mûcîzeyekê bi nav kir."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin