Tirkiyê li Efrînê kustina 8 çekdarên xwe pistrast kir

Tirkiyê li Efrînê kustina 8 çekdarên xwe pistrast kir

PeyamaKurd – Piştî daxuyaniya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ya kuştina 8 çekdaran, medya Tirkiyê jî îro belav kir ku 8 çekdarên girêdayî wan ên opozîsyonê ji aliyê YPGê ve hatine kuştin.

Li gorî medya tirk hejmarek şervanên YPGê xwestine li Efrînê bikevin nav çeperên Artêşa Netewî ya Sûriyê (SMO) ku ji komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve pêk tê.  Di şerê ku li devera Basûta rû daye de, 8 çekdar hatine kuştin.

Li gorî ajansa fermî ya Tirkiyê AAyê, Rûsyayê  22yê Cotmeha 2019an soz daye Tirkiyê ku YPGê ji wan herêman derxe, lê hîn jî li wir dimînin.

Bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, bi destûrdana Rûsyayê bo Tirkiyê li beramberî derxistina çekdarên girêdayî Tirkiyê ji Helebê, 18ê Adara 2018an hatibû dagirkirin.

Ji dema Efrîn hatiye dagirkirin ve bûyerên kuştin, dizî, talan û revandina xelkê herêmê ji aliyê komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve bênavber berdewam dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin