Lavrov: Zelensky derewam dike, armanca me ne dagirkirina Ûkraynayê ye!

Lavrov: Zelensky derewam dike, armanca me ne dagirkirina Ûkraynayê ye!

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, di hevdîtina ligel cudaxwazên Ûkraynayê de axivî û bersiv da daxuyaniya Serokomarê Ûkraynayê Volodimir Zelensky ya ku amadebûna xwe ji bo statuya bêalîbûnê ya Ûkraynayê nîşan dabû.

Lavrov li demeke ku hêzên Rûsî gihîştine heta paytext Kîevê got ku armanca wan a dagirkirina Ûkraynayê nîne û daxuyaniyên Zelensky yên bêalîbûnê û vekirina rêya muzakereyan jî wekî ‘derewan dike’ şîrove kir.

Lavrov êrîşa ser Ûkraynayê jî parast û got: “Em dixwazin gelê Ûkraynayê serbixwe be û ne di bin kontrola Neo-Nazîyê de be. Em dixwazin xwedî hikûmeteke hemû cûre pêkhateyan bihewîne be.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin