Di çêkirina kargehekê de platforma ser ban bi ser karkeran de ket: Mirî û birîndar hene

Di çêkirina kargehekê de platforma ser ban bi ser karkeran de ket: Mirî û birîndar hene

PeyamaKurd – Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê di dema çêkirina kargehekê de, platforma ser ban bi ser karkeran de ket û di encamê de karkerekî can da û 4 karker jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, şeva borî 8ê Îlonê li 5emîn Herêma Pîşesazî ya Organîzê ya ser bi parêzgeha Dîlokê ve di çêkirina kargehekê de platforma ser ban bi ser karkeran de ket û di encamê de 5 karker birîndar bûn û piştî wê her pênc birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şehitkamil a bajarê Dîlokê.

Hat ragihandin ku tevî hemû hewldanên li nexweşxaneyê, karkerê bi navê Abdullah Yuzbaşi can da.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin