Nêçîrvan Barzanî pêswazî li sandeke ji Kongresa Amerîkayê kir

Nêçîrvan Barzanî pêswazî li sandeke ji Kongresa Amerîkayê kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandekê ji Kongresa Amerîka kir. Di wê hevdîtinê de herdû aliyan rewşa siyasî û ewlehî ya Herêma Kurdistanê kirin.

Şanda mêvan di wê hevdîtinê de piştgiriya xwe ji bo Herêma Kurdistanê nîşan da û teqez kir ku Herêma Kurdistanê dostê Amerîka ye.

‘PÊWÎST E HEMAHENGIYA HEWLÊR Û BEXDA Û HEVPEYMANIYA NAVDEWLETÎ BERDEWAM BE’

Nêçîrvan Barzanî teqez kir li ser daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo xurtkirina pêwendiyên Kurdistan û Iraqê ligel Amerîkayê. Herwiha spasiya Amerîka kir li ser li ser alîkariyên wê ji bo Herêma Kurdistanê di dema şerê DAIŞê de û got ku Hikûmeta Kurdistanê amade ye ku rûbibûyê her metirsiyeke terorîstan bibe.

Herwiha teqez kir ku pêwîst e derbarê vê yekê de hemahengiya Hewlêr û Bexda û Hevpeymaniya Navdewletî berdewam be.

BARZANÎ DAXWAZ JI WELATÊN DOST KIR KU KARÊ VEBERHÊNANÊ LI KURDISTANÊ BIKIN

Serokwezîrê Kurdistanê Barzanî behsa pêşkeftina rewşa aborî li Herêma Kurdistanê û derbaskirina kirîza aborî kir û daxwaz ji welatên dost kir ku karê veberhênanê li Kurdistanê bikin û alîkariya Hikûmeta Kurdistanê bikin.

Di civînê de herdû aliyan behsa avedankirina navçeyên ku ji ber şerê DAIŞê ziyan dîtine, kirin û gotin ku dibê koçber ku li Kurdistanê vegerin ser mal û halê xwe. Herwiha behsa pêwendî û gotûbêjên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û çareserkirina pirsgirêkan û rêyên diyalogê kirin

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin