PeyamaKurd – Beriya hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê û bi hatina sala 2024an re Belçîkayê seroktiya Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) dewr stand.
Belçîkayê ji bo 6 mehên sala 2024an seroktiya Konseya YEyê ji seroka serdemê Îspanyayê wergirt ku dê hilbijartinên destpêka Hezîranê yên Parlamentoya Ewropayê jî di dema seroktiya Belçîkayê de bêne kirin.
Herwiha çend mijarên girîng yên wekî, gotûbêjên endamtiyê yên Ukrayna û Moldovayê jî di heyama seroktiya Belçîkayê de werin kirin û hevdem di roja bidawîbûna seroktiya YE de jî li Belçîkayê hilbijartinên giştî werin lidarxistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin