PeyamaKurd – Li bajarê Meletiyê li navça Kale zarokê bi navê Muhammed Mustafa Kiraz (11) ji bo xwe hînik bike ket ava bendava Karakayayê ku pungara wê ji Meletiyê jî derbas dibe, ai avê de fetisî. Tevî tîmên noqavê çûn ciyê bûyerê da Kiraz rizgar bikin jî nikaribûn wî rizgar bikin.
Muhammed Mustafa Kiraz piştî ket avê ketibû ber pêlên avê û ji ber çav wenda bûbû. Li ser babetê tîmên polîsan AFAD, UMKE, cendirme, îtfaiye û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Îtfaiye û tîmên noqavê piştî xebatekî baş karibûn Kiraz ji avê derxin lê li nexweşxanê can da.
Cenazê Kiraz birin morga nexweşxana dewletê ya navça Kale. Malbata Muhammed Mustafa Kiraz ji xelkê bajarê Rihayê ne û ji bo karkeriya demsale çûne Meletiyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin