PeyamaKurd – Wezareta Enerjiyê ya Îmaratan ragihand ku hevdîtinên wan bi welatên OPEC ê û yên derveyê OPEC ê de dewam dikin. Li ser miqdarê hilberîn û bihayê petrolê heya niha lihev nekirine.
Wezaret ragihand ku xeberên di çapemeniyê de derketine ku li ser miqdarê hilberînê lihevkirine rast nînin. Wezaret weha got:
“Hevdîtinên erênî di navbera me de dewam dikin lê me bi grûba OPEC+ yê re hêj lihev nekiriye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin