PeyamaKurd – Seroka IYI Partî ya opozîsyona Tirkiyê Meral Akşener cara yekem îro 3yê Mijdarê li koma xwe ya parlamenê behsa xwe ya serdana bajarê Sêrtê kir ku welatiyekî Kurd bi navê Cemîl Taşkesen jê re gotibû, ‘Tu li niha Kurdistanê yî, lê ziman, nasname û navê welatê me tê înkarkirin’.
Welatiyê Kurd li navçeya Misircê ya bajarê Sêrtê Cemîl Taşkesen dema serdana Akşener a dikana wî ya 28ê Cotmehê jê re gotibû, “Em Kurd in, zimanê me tê înkarkirin, nasnameya me tê înkarkirin, Kurdistan tê înkarkirin. Cihê hûn niha lê ne Kurdistan e, lê li parlamentoyê ev `Kurdistan` tê înkarkirin.”
Taşkesen piştî van gotinên xwe 29ê Cotmehê beyaniyê bi daxwaza dozgeriyê polîsan bi ser mala wî de girtibû û hatibû binçavkirin ku piştî îfadeya xwe hatibû berdan.
Akşener îro Çarşemê di axaftina koma partiya xwe de li ser mijarê Taşkesen wekî xebatkarekî HDPê bûye tawanbar kir û li ser rexneyên ji ber peyva ‘Ev der Kurdistan e’ ji aliyê MHPê ve lê hatine kirin jî got ku ew HDPê li kêleka PKKê bicih dikin û ew kesê jê re ew gotin kirine jî HDPyî ye.
Akşener got: 'Em HDPê li kêleka PKKê bicih dikin. Divê HDP mesafeyê bixe navbera xwe û PKKê. Gotina ‘Kurdistan’ ya rêxistina terorê ye. Di vê rewşê de em jê şaş namînin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin