PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Joe Biden, ji bo tevlî merasîma veşartinê ya Keybanûya Brîtanyayê Elizabetha 2yemîn bibe, duh derbasî Londonê bûbû. Hat zanîn ku Biden beriya merasîmê, serdana Westminster Hallê kiriye.
Joe Biden û hevjîna xwe, beriya beşdarî merasîmê bibin, derbasî Westminster Hallê bûn ku darbesta Keybanû Elizabeth lê ye. Hat diyarkirin ku Biden pêşî li ber darbestê rawestiyaye û rêzên xwe pêşkêş kirine.
Serokê Amerîkayê, piştre lênûska şînê ya ji bo Elizabethê hatibû vekirin, destnîşan kir û di nivîsa xwe de got,
“Ji bo her kesî bi hesasî û bi rêzdarî tevdigeriya. Dilê me, li gel Malbata Keyîtiyê ye.”
Darbesta Keybanû Elizabetha 2yemîn, ji roja Çarşemê ve li Westminster Hallê tê rawestandin û ji gelek deverên cîhanê, rayedar û serkirde tên vê derê û rêzên xwe pêşkêşî meytê Elizabetha 2yemîn dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin