PeyamaKurd- Komîsyona ku ji erkdarên Amerîka û Tirkiyê pêk tê, ji bo mijara Minbicê îro li Enqerê wê bicivin.
Berî niha ji bo pirsgirêka Minbicê civînek hatibû lidarxistin. Êdî civîna duyem jî îro wê li Tirkiyê pêk were. Piştî vê civînê jî di 4ê Hezîranê de Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu wê li Washingtonê bicivin.
Di derbarê civînê de berdevkê wezareta karên derve ya Tirkiyê Hami Aksoy daxuyanî da û got: “Îro ji bo çareserkirina pirsa Minbicê wê sere sere nîqaş çêbibin û encamkirina nîqaşan wê di civîna li Washingtonê pêk were.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin