Topbarana Herêma Kurdistanê berdewam e, Îranê gefa tunekirinê li PDK-Iyê xwar

Topbarana Herêma Kurdistanê berdewam e, Îranê gefa tunekirinê li PDK-Iyê xwar

PeyamaKurd - Topxaneyên rejîma Îranê îro danê sibê car din, deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê topbaran kirin.

Di topbarana doh çarşemê de jî di encama bombardimanên topxaneyên Îranê de, keçeke sivîl hatibû kuştin û du bira jî birîndar bûbûn. 

Hat ragihandin ku Îranê îro jî danê sibê li demjimêr 08:30 dest bi topbarana deverên sînorî yên navbera herêma Kurdistanê û Îranê (Rojhilatê Kurdistanê) kiriye ku hîn ziyanên bombardimanê zelal nebûne.

Partiya Demokrata Kurdistanê - Îran (PDK-Î) da xuyakirin ku Hêzên Terorîst ên Pasdarên Îranê gefa tunekirina wan ji seranserê dinyayê xwarine û bi vê hincetê jî êrîşan dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin