PeyamaKurd – Hate ragihandin ku komeke tundrew a girêdayî El Qaîdeyê li welatê Burkîna Fasoyê bi motosikletan bi ser gundekî de girtiye û gundî gulebaran kirine.
Hate zanîn ku ew êrîşa mezin dawiya hefteya borî roj Şemiyê rû daye û tevî rejîma leşkerî ya Burkîna Faso hejmara kuştiyan bi zelalî nedaye jî Koalîsyona Edaletê ya ji bo Barsalogho ragihandiye ku herî kêm 400 kes di wê êrîşê de hatine kuştin.
Koma piştgiriya Îslam û Mislimanan a girêdayî El Qaîdeyê ya bi navê JNIM ew komkujî girte ser xwe.
Kolektîfa ku ji qurbaniyên komkujiyê pêk tê jî diyar kir iyeku artêşa Burkîna Fasoyê gundî bi zorê derxistine derveyî bajêr da ku xendekan bikolin û bi vî awayî jî bûne hedefa êrîşan.
Nûnerê Polîtîkaya Derve ya Ewlehiya Bilind a Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell, êrîş şermezar kir û got, “Bi sedan kes ku piraniya wan sivîl in hatine kuştin.”
Li gorî Rêxistina Civaka Sivîl Acled ku hejmara qurbaniyên pevçûnên li seranserê cîhanê tomar dike, ji sala 2015an zêdetirî 20 hezar sivîl di êrîşên komên girêdayî El Qaîde û DAÎŞê de hatine kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin