Jin a xwe bi zilamekî din re zeft kir, her du yan û xwe jî kust

Jin a xwe bi zilamekî din re zeft kir, her du yan û xwe jî kust

PeyamaKurd – Li navça Sincanê ya Ankara mirovekî di mala xwe de jina xwe bi mirovekî din re zeft kir, bi alavekî birekî her duyan kuşt û paşî xwe daleqand, li pey xwe jî 2 zarokan sêwî hişt.

Bûyer li dora seet 15.00an, li taxa Malazgirê çêbû. Li gor agahiyan; mirov jina xwe Esma Şimşek di mala xwe de bi A.H. re girtiye, bi alavekî birekî li wan xistiye û paşî xwe kuştiye.

Li ser gilîkirina cîranan polîs û tîmên tenduristiyê diçin ciyê bûyerê û dibînin ku Hasan Şimşek, Esma Şimşek û A.H. her sê jî mirine.

Ji bo otopsiyê cenazê her sê kesan şandin Tib a Edlî ya Ankara.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin