Ji Erdogan daxuyaniyên Libyayê: Tirkiye kilîta astiyê ye...

Ji Erdogan daxuyaniyên Libyayê: Tirkiye kilîta astiyê ye...

PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku li Libyayê piştgiriya hikûmeta Wîfaq a Fayiz Serac dike û berê xweda Berlînê bo beşdariya Konferansa Berlînê ya Libyayê, li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê daxuyanî dan.

Erdogan danûstandinên Hefter ên bi Yunanistanê re bibîr xistin û got ku Yunanistan bo Berlînê nehatiye dawetkirin û ji vê jî nerehet e.

Erdogan got ku Serokwezîrê Yunan Miçotakis lîstika Libyayê şaş dilîze û çûyîna Hefter a Yunanistanê di nezera me de ti qîmeta wê nîne.

Erdogan herwiha diyar kir ku ‘Tirkiye hem li qadê (şer) hem jî di dîplomasiyê de bûye kilîta aştiya Libyayê’.

Berdevkê hêzên Hefter Ehmed Mismarî jî beriya van daxuyaniyên Erdogan, Tirkiye bi piştevaniya terorê tawanbar kiribû û wiha gotibû:

“Erdogan ji bo qetilkirina Kurdan û tunekirina bajarên wan û aboriya wan piştgirî da DAIŞê û rêxistinên din ên terorî. Tirkiye ji bo hemû endamên DAIŞê û El Qaîdeyê bû baregeha terorê. Lewra jî ti caran bi ser Tirkiyê de, aştî nayê Libyayê.”

Konferansa Aştiyê ya Libyayê îro 19ê Çile bi beşdariya welatên têkildar û aliyên Libyayê li Berlîn a paytexta Almanyayê birevê diçe.

'Erdogan ji bo qetla Kurdan piştgirî da DAIŞê, loma jî bi Tirkiyê aştî nayê Libyayê'

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin