Mevlut Çavûsoglû, Ermenîstan hisyar kir

Mevlut Çavûsoglû, Ermenîstan hisyar kir

PeyamaKurd- Wezîrê Kerên Derve yê Tirkiyeyê Mevlud Çavuşoglû, li ser qeyrana navbera Ermenîstan û Azerbaycanê, ligel Wezîrê Karên Derve yê Azerbaycanê axivî. Çavûşoglû da zanîn ku wî banga lihevkirinê li aliyan kiriye.

Mevlut Çavuşoglû, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku ew ligel Wezîr bi rêya telefonê axiviye û di axaftina xwe de xwestiye ku êdî Ermenîstan dest ji sorkirinan berde û bi Azerbaycanê re li hev bike.

Çavûşoglû di peyama xwe de got,

“Me bi birayê xwe yê Wezîrê Karên Derve yê Azerbaycanê Ceyhûn Bayramov re li ser rewşa Ermenîstan û Azerbaycanê axaftinek kir û me sorkirinên Ermenîstanê yên li sînoran nirxandin. Divê êdî Ermenîstan dest ji tevgerên sorkirinê berde û li ser çarçoveya lihevkirinê, di nav aştiyê de li ser dan û stendin û hevkariyê hûr bibe.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin