Çîn: Hin welat, agirê qeyrana Ukraynayê gur dikin

Çîn: Hin welat, agirê qeyrana Ukraynayê gur dikin

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Çînê Çin Gang, di Foruma Lantingê ya ku li Pekînê hat lidarxistin de axivî û diyar kir ku welatê wî ji ber zêdebûna pevçûn û rageşiya sala dawî ya di qeyrana Ukraynayê de bi fikar e.

Wezîr Çin di axaftina xwe de diyar kir ku welatê wî dê bi civaka navneteweyî re ji bo bipêşxistina diyalog û muzakereyan ji bo çareserkirina pirsgirêkê û bipêşxistina têgihîştina ewlehiya hevpar ku dê bersivê bide fikarên hemû aliyan, bixebite.

Çin Gang bal kişand ser pêwîstiya çareseriyeke siyasî ya pirsgirêka Ukraynayê ku dê aştiyeke mayînde bîne Ewropayê û wiha got: "Em bang li hin welatan dikin ku dest ji gurkirina agir berdin. Welatên aştîxwaz divê hewil bidin ku di zûtirîn demê de dawî li dijminatiya heyî bînin." 

Axaftina wezîrê Çînî, piştî hişyariya Amerîkayê ya ji bo Pekînê hat kirin ku bi îdiaya ku Çîn difikire çek û cebilxaneyan ji bo şerê Ukraynayê bide Rusyayê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin