Îro Cejna Qurbanê ya Kurdên Êzîdî ye

Îro Cejna Qurbanê ya Kurdên Êzîdî ye

PeyamaKurd –  Îro Cejna Qurbanê ya Kurdên Êzîdî ye û dê cejnê bi merasîmên taybet pîroz bikin.

Kesayeta olî ya Kurdên Êzîdî Xwace Xetarî daye zanîn: ‘‘Kurdên Êzidî di Cejna Qurbanê de ku wek Cejna Hacîyan jî pênase dikin, her maleke Êzîdî li gor hêza xwe qurbanekî dide.’’

Xwace Xetarî destnîşan kiriye: ‘‘Rojekê berî Cejna Qurbanê Kurdên Êzîdî li çiyayê Erefat sema dikin û bi merasîma taybet pêşwazî li cejnê dikin.

Heyşt cejnên Kurdên Êzîdî hene ku wiha ne: Cejna Serê Salê, Cejna Rojî, Cejna Bêlnidê, Cejna Xidir Elyas, Cejna Qurbanê, Cejna Çileya Havînê, Cejna Çileya Zivistanê û Cema ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin