COVID-19 | Zêtirî milyonek doz gihîstiye Kurdistanê, 4 milyon dozên din tên

COVID-19 | Zêtirî milyonek doz gihîstiye Kurdistanê, 4 milyon dozên din tên

PeyamaKurd - Serokê Lijneya Kirîna Derziya Koronayê li Wezareta Tenduristiyê ya Kurdistanê Dr. Aram Rostem eşkere kir, heta dawiya îsal çar milyon dozên din ên derziyê wê bigihin Herêma Kurdistanê û bi vê yekê %40ê welatiyan wê derziya korona li xwe bidin.

Dr. Aram Rostem di bultena nûçeyan a K24ê de ragihand: “Heta niha zêdetirî milyonek û 150 hezar derzî gihîştine Herêma Kurdistanê, heta dawiya îsal 4 milyon dozên din ên derziyê dê bigihin Herêmê, bi vê yekê ew kesên pêwîstiya wan bi derzîlêdanê heye dê werin derziyê li xwe bidin ku hejmara wan 3 milyon û 255 hezar kes in.”

Rostem eşkere kir ku heta niha derziyên ku hatine Herêma Kurdistanê, bi rêya hikûmeta Iraqê hatine û wiha got: “Em weke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî berdewam di gotûbêjan de ne, da ku em bi xwe bikarin dozên derziyê ji bo welatiyên xwe dabîn bikin.”

Li ser mijara ku gelo çima heta niha Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê nekariye ligel kompaniyên derziyan bigihe rêkeftinê, Dr. Aram Rostem diyar kir: “Pêvajoya kirîna derziyê zehmet e, kompaniyên derziyê bêhtir bi dewletan danûstandinê dikin, ne bi herêman, ji bilî vê, dema derzî tê kirîn, divê gelek hûrgilî derbarê wan de bizanin û ji aliyê Rêxistina Tenduristiya Cîhanî (WHO) pesendkirî be.”

Dr. Rostem herwiha ragihand ku Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di demeke nêz de ligel kompaniyeke navdar, ji bo kirîna derziyê wê bigihe rêkeftinê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin