PeyamaKurd – Berdevkê Koşka Kremlîn a Rûsî Dmitriy Peskov, li ser nûçeyên ku dibêjin, dê Rûsya li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê baregehekê ava bike axivî û got, ti agahiya wî ji wê mijarê nîne.
Peskov li ser pirsa rojnamevnan got, “Di vê mijarê de nikarim ti şîroveyekê bikim. Nizanim bê ev agahî kî daye.”
Malpera hewanasî ya rûsî avia.pro îdia kiribû ku dibe Amerîka moşekan li Erebistana Siûdî, Îmarata Erebî û çend welatên herêmê bicih bike û dê bi rêya baregeha Rûsî ya muhtemel a Qamişloyê jî moşekên ku ji wan welatan bên avêtin beriya bigihin Rûsyayên werin îmha kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin