PeyamaKurd- Wezareta tenduristiyê ya herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 sietê dawiyê de tenê yek kes bi koronavîrusê ketiye lê ew jî jiyana xwe ji dest daye.
Çêkirina testan li herêma Kurdistanê dewam dike. Di 24 sietên dawiyê de li ser 905 kesan test hatiye kirin û tenê li Silêmaniyê jineka 65 salî de testa wê posîtîv derketiye û jiyana xweji dest daye. Di wê jinê de gelek nexweşînên din jî henûne. Nexweşîna wê ne tenha koronavîrus bûye.
Heya niha 6 hezar û 850 kes ketine karantînayê û niha di karantînayê de 222 kes hene. Heya niha jimara kesên ku mirine 4 in. 145 kes jî tedawiya wan temam bûye û çûnemalên xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin