PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê 12 kesên din tûşî vîrusa Koronayê bûn.
Hevserokê Desteya Tendirustiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa, îro Înê 7ê Tebaxê, daneyên nû yên Koronayê ragihand.
Li gor Dr. Ciwan Mistefa ragihand, “Tevî ragihandina qedexeya giştî ya çûnûhatinê li gelek navçeyan, hejmara pêketiyên Koronayê rojane li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibe.”
Herwiha Ciwan Mistefa got, “Îro Înê, 12 kesên din bi vîrusa COVID-19ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ketine. 8 kes li Qamişlo, kesek li Til Koçer û 3 kes jî li Reqayê bi vîrusa koronayê ketine. Ji pêketiyan 4 jin û 8 kes jî zilam in.’’
Bi van haletên nû re, hejmara kesên ku heta niha li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên Rêveberiya Xweser bi vîrusa COVID-19 ketine, gihşşt 66 kesan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin