PeyamaKurd – Avahiyeke 5 qatî ya li bajarê Helebê herrifî û di encamê de herî kêm 10 kesan can dan û 2 kes jî hatin rizgarkirin.
Li gor ajansa fermî ya nûçeyan a hikûmeta Sûriyê SANA diyar kir, bûyer şeva din 7ê Îlona 2022 li taxa Fîrdews a bajarê Helebê çêbûye û avahiyeke 5 qatî herrifî ye.
SANAyê destnîşan kir: “Cenazeyên 6 jin, 3 zarok û zilamekî hatin derxistin, zarokek û jinek jî ji bin xirbeyan hatin rizgarkirin û rakirin nexweşxaneyê.”
Herwiha bi diristî nayê zanîn çend kes di avahiyê de bûne û çend kes ketine bin kavilan, lê belê tîmên hewarçûnê li ser hewldanên xwe bo rizgarkirina kesên di bin kavilan de berdewam in.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî eşkere kiriye, herifîna avahiyan li taxên Helebê ji ber wê yekê ye ku rojhilatê bajar di salên navbera 2012-2016ê de ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve bi bermîlên teqîner dihat bombebarankirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin