PeyamaKurd - Serokwezîrê Yunanistanê Aleksis Çipras ji bo serdana fermî ya du rojî çû Tirkiyê û çav li rê ye bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re jî bicive. Çipras li Enqerê ji aliyê Wezîrê Bazirganiya Tirkiyê Ruhsar Pekcan û Cîgirê Wezîrê Derve Yavuz Selim Kiran ve hat pêşwazîkirin.
Serokwezîrê Yunastinanê Çipras ji sala 2015an ku hatiye ser kar ve cara sêyemîn e ku serdana Tirkiyê dike û di vê serdana 5-6ê Sibata 2019an de, gelek mijarên girîng ên dualî werin gotûbêjkirin.
Çîpras piştî pêşwazîkirina ji aliyê serokomarê Tirkiyê ve, 6ê Sibatê derbasî Stenbolê dibe û diçe serdana Patrîkê Rum Fener Batholomeos û herwiha dê biçe serdana Dibistana Ruhban a Girava Heybeliyê ku ji sala 1972yan ve girtî bû û bibe yekem serokwezîrê Yunan ku wê serdanê dike.
Çend mijarên girîng ên ku Çîpras û Erdogan gotûbêj bikin; nakokiyên li giravên Egeyê, pirsa Kibrisê, binpêkirinên esmanî û li dorûbera girava Kibrisê vekolînên lêgerîna petrolê ku welatên mezin ên cîhanê tê de alî ne mijarên herî girîng ên serdanê ne.
Herwiha hat zanîn, mijara FETOyê û 8 leşkerên ku piştî hewla derbeya 15ê Tîrmehê reviyabûn Yunanistanê û rêveberiya Erdogan radestkirina wan dixwaze û babeta bi qaçaxî reva welatiyên Tirk ber bi Yunanistanê ve jî mijarên din ên hevdîtinên Çîpras û rayedarên Tirk in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin