Amerîka li Qamislo baregeheke nû ya esmanî ava dike

Amerîka li Qamislo baregeheke nû ya esmanî ava dike

PeyamaKurd – Amerîka li Rojavayê Kurdistanê bi sedema têkoşîn û nehiştina DAIŞê avakirina baregehên leşkerî berdewam dike.

Hat ragihandin ku Amerîka li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê baregeheke esmanî ya din ava dike ku dê ew baregeh jî li herêma Balbarut a 20 km başûrê bajêr be.

Niha li Rojavayê Kurdistanê û herêmên bakurê Sûriyê bi tevahî 28 baregehên leşkerî yên Amerîkayê hene ku tê çaverêkirin avakirina baregeha nû ya Qamişloyê heta dawiya vê mehê were temamkirin.

Li gorî zanyariyan dê baregeha nû li ser qadeke 6 kîlometran were avakirin û dê ji aliyê hêzên Amerîkî û Îngilîz ve were bikaranîn.

Beriya niha jî Amerîkayê li herêmên Dêrik, Dêrazor, Reqa, Tebqa, Remelan, Hol, Şedadî, Kobanî, Eyn Îsa, Kobanî, Minbic, Heseke û Til Ebyadê (Girî Spî) baregehên leşkerî ava kiribûn. Herwiha ji bilî wan baregehan li Kobanî, Reqa, Resûl Eyn û Tebqayê baregehên esmanî jî hatibûn avakirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin