Di kestiyê de 65 Tirk bi koronavîrusê ketine

Di kestiyê de 65 Tirk bi koronavîrusê ketine

PeyamaKurd- Keştiya bi navê Anek Lines ê ya ku niha li lîmana Pîre ya Yûnanistanê de, di bin karantînayê de ye, tê de 383 rêwî hene û di nava wan de testên koronavîrusê hatine kirin û 65 kesên Tirk testên wan posîtîv derketine. Li ser mijarê sefîrê Tirkiyê yê Atînayê mijarê weha ragihandiye:

“Keştî bi ala Yûnanê ye, kaptan û 36 xebatkarên wê hene. Tê de 160 kes rêwiyên Tirk hene û 187 rêwiyên biyanî hene. Niha li lîmana Pîre rawestandiye. Tîmên tenduristiyê yê Yûnanê li pey hev diçin nav keştiyê û tên, kontrola xwe didin dewam kirin.”

Rêvebiriya Yûnanî ragihandiye ku di 119 kesan de vîrus hatiye tesbîtkirin lê kesên ku testên wan negatîv derên, wê wan di derveyê keştiyê de li devereka dinê bikin mêvan. Tedawiya yên din, wê di keştiyê de dewam bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin