PeyamaKurd – Rêvebiriya asayîşa bajarê Diyarbekirê ragihand ku li bajarê Diyarbekirê di wexta pîrozkirina Newrozê de 298 kes hatine binçavkirin. Rêvebiriya asayîşê weha got:
“Di Newrozê de 7 hezar polîs tedbîrên asayîşê girtin. Kesên kevir avêtin polîsan, kesên nexwestin di ciyên kontrola asayîşê de derbas bibin, kesên remzên rêxistinê yên qedexekirî hilgirtin û kesên li hemberê polîs muqawemetê kirin bi tevahî 298 kes hatin binçavkirin.15 polîsên me sivik birînda bûne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin