PeyamaKurd – Li bajarê Amedê (Diyarbekir) operasyona ser PKK/KCKê hat kirin û di nav wan de şaredarê berê yê Erxeniyê Ahmet Kaya jî heye. Bi temamî 6 gumanbar hatin girtin.
Hêzên dewletê gumabaran bi tohmeta ku bi rêxisitna PKKê re xebitîne, tevlî cenazê gerîllayan bûne û destekê dane rêxistinên legal yên ku bi PKKê re têkiliyên wan hene. Hêzên asayîşê niha îfadên gumanbaran digrin.
Di nav gumanbaran de kesekî ku hêj nehatiye destserkirin heye û hêzên asayîşê dixebitin da desteser bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin