Pasinyan li ser beyana 24 ê nîsanê ya Biden nameyekî araste kir

Pasinyan li ser beyana 24 ê nîsanê ya Biden nameyekî araste kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan li ser axaftina serokê Amerîkayê Joe Biden ya 24 ê nîsanê ku weka komkijiya Ermeniyan ragihand, nameyekî bo Biden şand û got ku xelkê Ermenî ji beyana wî raziye. Li gor ajansa Reutersê Paşiyan di nameya xwe de weha got:

“Ermeniyên li her aliyê dinyayê, naskirina komkujiya Ermeniyan bi memnûniyetekî mezin pêşwazî kiriye. Ew pêngava ku we bo desteka mîrasvanên qurbaniyên Ermeniyan avêtiye, bê hempaye. Ez sipasiya we dikim. Naskirina komkujiyê piştî şerê Qerebaxê bo Ermenistanê mijareka ewlehiyê ye.”

Nikol Paşinyan di ser hesabê xwe yê Twitterê de weha dewam kir:

“Bo hemû Ermeniyan rojeka girîng e. Di sala 2019 an de piştî biryara ku di kongreya Amerîkayê de hat qebûlkirin, Jo Biden şerefê da bîranînên qurbaniyên komkujiya Ermenan. Amerîka car din, ehda xwe ya li ser mafên mirovan ya navdewletî nîşan da.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin