PeyamaKurd – Serokwezîrê Ermenistanê bo serokê Rûsyayê Vladimir Putin nameyekî şand û rewşa Qerebaxê bi hûrahî bo Putin rave kir. Paşinyan xwest ku bo ewlehiya Ermenistanê destekê bide û dest bi şêwra xwe bikin. Ragihandin ji aliyê wezareta karên derve ya Ermenistanê de hat kirin.
Li gor ragihandina wezaretê; Paşinyan bi sedema şer nêzî sînorê Ermenistanê bûye, li ser tecawuzên axa Ermenistanê rawestiyaye û bo Putin gotiye wê ewlehiya Ermenistanê çawa û di kîjan astê de destekê bide Ermenistanê û xwestiye yekser dest bi şêwrê bikin.
Di nameyê de Paşinyan xwesteka xwe biriye ser peymana navbera her dû hevkaran ku di 29 ê tebaxa sala 1997an de, peymana dostaniyê, hevkariyê û alîkariya duqoliyê, ser xala 2 yê. Paşinyan di nameya xwe de behsa terorîstên ku Azerbeycan ji Rojhilata Navîn aniye jî behs kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin