‘Çar kesên bi Covid-19ê ketibûn bas bûn û vegeriyan malên xwe’

‘Çar kesên bi Covid-19ê ketibûn bas bûn û vegeriyan malên xwe’

PeyamaKurd –Tenduristîya Silêmanîyê ragihand ku çar kesên bi korona nifşê nû (Covid-19) ketibûn baş bûn û vegeriyan malên xwe.

Rêveberê Tenduristîya Silêmanîyê ragihand, li parêzgeha Silêmaniyê çar kesên ku bi koronaya nfişê nû (Covid-19) ketibûn, baş bûn û ji nexweşxaneyê derketin û çûne malên xwe.

Wezîrê Tendursitiyê yê herêma Kurdistanê aman Berzencî, beşdarî bernameyek televîzyonî bû di derbareyê belavbûna Covid-19ê li Kurdistanê.

Berzencî got ku nederketine xelkê bo derve, belavbûna vîrusê kêm dike û her diçe halê Kurdistanê baştir dibe û di 5 rojan de tevdîrên baş hatine wergirtin ku xelk bi hevre kêm têkiliyan dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin