PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya îro 8ê Çileyê 2021ê de ragihand ku di nav 24 saetên borî de 140 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 5 kes jî pê mirine.
Wezareta Tenduristiyê da xuyakirin, ji 140 kesên bi vîrûsa koronayê ketine 18 kes li Hewlêrê, 18 kes li Silêmaniyê, 103 kes li Duhokê û kesek li Germiyanê ye.
Ji 5 kesên ji ber vîrûsa koronayê can dane jî kesek li Hewlêrê, kesek li Silêmaniyê, 2 kes li Duhokê û kesek li Germiyanê ye.
Herwiha hat diyarkirin ku di nav 24 saetên borî de 972 nexweşên koronayê jî baş bûne ku ew jî 342 kes li Hewlêrê, 173 kes li Silêmaniyê, 366 kes li Duhokê, 53 kes li Raperînê, 37 kes li Germiyanê û kesek li Helebceyê ye.
Bi van amarên dawî re hejmara pêketinan gihîşt 104195 kesan, ya mirinan bû 3415 kes û heta niha 78040 nexweş jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin