PeyamaKurd - Serokê Navenda Mafê Mirovan ê rejîma Îranê û cîgirê beşa navnetewî yê Dezgeha Dadê ya Îranê Kazim Xerîb Abadî li ser dadwerê Îranê Hemîd Nûrîyê di îdamkirina hejmarek kesan de cî girtiye û ji aliyê dadgehên welatê Swêd ve tê dadgehkirin, daxuyanî da.
Xerîb Abadî ji medya Îranê re daye xuyakirin: “Dewleta Swêdê bi dadgehkirina Hemîd Nûrî, Komara Îslamî ya Îranê dadgeh dike”.
Kazim Xerîb Abadî gotiye ku çend sal in dewleta Swêd bi çaê dijminatiyê li mijara ewlehiya navxweyî ya Îranê dinêre û dewleta Brîtaniyayê jî piştevanê Swêdê ye.
Hêjayî gotinê ye, Hemîd Nûrî yek ji wan tawanbaran e ku di salên 70yî de bi hezaran binçavkiriyên siyasî îdam kirine ku ji aliyê polîsê Swêdê ve li balafirxaneya Arlanda ya bajarê Stockholm hatibû binçavkirin.
Serdozgerê Swêdê di 88emîn civîna dadgehîkirina Hemîd Nûrî de, daxwaza cezayê muebedê jê re kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin