PeyamaKurd - Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) bi daxuyaniyeke nivîskîteqînên bajarê bajarê Qamişlo yên doh û kuştina Keşeyê Ermenî Husîb Bîduyan şermezar kir û bang li civaka navdewletî kir, li Rojavayê Kurdistanê herêmeke ewle di bin parastina navdewletî de were avakirin.
ENKSê herwiha da xuyakirin ku sedema zêdebûna êrîşên ser sivîlên Rojavayê Kurdistanê, êrîşên Tirkiyê yên ser herêmê ne.
ENKSê di daxuyaniya xwe de got, ew bûyerên terorî yên sivîlan dikin armanc ên di çarçoveya berdewamiya prosêya koçberkirina xelkê deverê de pêk tên û ji ber êrîşên Tirkiyê yên ser herêmê ew êrîş çêdibin.
ENKSê herwiha daxwaz ji civaka navdewletî û welatên têkildar kir ku rê li ber vegera DAIŞê ya herêmê bigirin.
Di daxuyaniya ENKSê de hat xwestin ku operasyonên serbazî werin rawestandin û herêmeke aram bi serpereştî û parastina navdewletî were avakirin.
Doh 11ê Mijdarê li Qamişlo 3 teqîn çêbûn ku di encamê de 6 kesan can da û zêdetirî 40 kes birîndar bûbûn.
Dîsa li nêzîkî bajarê Dêrazorê Keşeyê Ermenî Husîb Bîduyan û bavê wî ji aliyê komeke çekdar ve hatibûn kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin