PeyamaKurd - Parlementerê Iraqî Întisar Cibûrî got, eger nîvê wan xizmetên ku li Herêma Kurdistanê hene, li Bexda û bajarên din yên Iraqê hebûna xwepêşandan nedihat kirin.
Parlementera Iraqî Întisar Cibûrî li ser alozî û xwepêşandanên Iraqê ji BasNewsê re gotiye, xwepêşandan û nerazîbûnên Iraqê ji ber nebûna xizmetê û hebûna gendelî û kambaxiyê ne.
Întisar Cibûrî destnîşan kiriye, eger nîvê wan xizmetên ku li Herêma Kurdistanê hene, li Bexda û bajarên din hebûna ev alozî û xwepêşandan nedibûn.
Cibûrî diyar kiriye ku dema xelkê başûrê Iraqê serdana Herêma Kurdistanê dikin, ferq û cudahiyek mezin dibînin û dibêje, “Ji ber ku li Herêma Kurdistanê xizmet heye û hikûmet jî bi plan û bername karên xwe dike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin