PeyamaKurd – Parlamentoya Tirkiyeyê ya ku tê xwestin di 1ê Tîrmehê de bê girtin, wê nekeve betlaneyê. Li gorî pêşnûmeya ku AK Partiyê qebûl kiriye, piştî ku muzakereyên li ser pêşnûmeya qanûnê ya heyî biqede wê Meclis bikeve betlaneyê.
Di Lijneya Giştî ya Meclîsê de pêşniyarên koma CHP, DEM Partî, İYİ Partî û Partiya Saadetê yên derbarê rojevê de nehatin qebûlkirin. Bi pêşnûmeya ku AK Partiyê hat qebûlkirin Meclîs di 1ê Tîrmehê de betlaneyê nade û xebatên xwe bidomîne.
Di Lijneya Giştî ya Meclisê da pêşnîyarên Koma Partîya Saadetê, ÎYÎ Partî û CHPê yên derbarê "şewitandina daristanan" û DEM Partiyê ya derbarê "felaketa şewata Çinar û Mazîdagi" cuda cuda hatin nirxandin. Di dengdayînê de pêşniyarên CHP, DEM Partî, ÎYÎ Partî û Partiya Saadetê nehatin qebûlkirin.
Di encama dengdayînê de pêşniyara Parlamenterê CHPê yê Çorûmê Mehmet Tahtasiz a ji bo sererastkirina Pêşnûmeya Guherîna Qanûna Bîmeyên Civakî û Bîmeya Tenduristiyê ya Giştî hat rojevê, nehat qebûlkirin.
Pêşnûmeya Koma AK Partiyê ya derbarê "Takwîma Xebatê ya Meclîsê" de hat qebûlkirin. Li gorî vê yekê Meclîs di 1ê Tîrmehê de betlaneyê nade û xebatên xwe bidomîne.
Xebat wê berdewam bikin
Heta ku di 26ê Hezîranê de nîqaşên li ser pêşnûmeya Qanûna Guhertina Qanûna Piyaseyên Sermayeyê biqede, Meclîs heta ku di 3ê tîrmehê de nîqaşên li ser Pêşnûmeya Guherîna Qanûna Hewayî ya Sivîl a Tirkiyeyê û hin qanûn û Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de biqede wê xebatên xwe bidomîne.
Lijneya Giştî wê heta 31ê Tîrmehê di civînên xwe yên rojên sêşem, çarşem û pêncşemê da mijarên kontrolê nenirxîne û xebatên di rojeva beşa "Pêşniyazên Qanûnê û Xebatên Din ên Komisyonan" de bên nirxandin.
Alîkarê Serokê Giştî yê Koma AK Partiyê Bahadir Yenîşehîrlîoglu li ser pêşniyara komê wiha got: "Li gor xala 5emîn ya Rêziknameya Navxweyî ya TBMMyê diviyabû ku TBMM di 1ê Tîrmeha 2024an de bêhnvedanê bikira. Lê em ê bê navber xebatên xwe bidomînin. Armanca me ew e ku parlamento di berjewendiya welatiyan de bixebite."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin