Macron: Em ê di têkiliyê de bimînin

Macron: Em ê di têkiliyê de bimînin

PeyamaKurd- Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku ew ê bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan re ji bo Yekîtiya Ewropa (YE) û Rojhilata Deryaya Spî di nav têkiliyê de bin.

Emmanuel Macron, di civîna xwe ya çapemeniyê ya piştî Lûtkeya NATOyê ya li Vilniusê ya paytexta Lîtvanyayê de diyar kir ku 500 roj piştî destpêkirina Şerê Ukrayna û Rusyayê, hevpeymanên NATOyê yekîtiya hevpeymanên xwe nîşan da.

Macron da zanîn ku di lûtkeyê de hevalbendan piştgiriyeke tam dane Ukraynayê û ji bo bidawîkirina şer û ji nû ve avakirina aştî û îstiqrarê li parzemîna Ewropayê ew ê bi hev re tevbigerin û got,

"Rusya nikare hevalbendên Ewropa û NATOyê bitirsîne. Ukraynayê bi piştevaniya me gelek caran hêzên Rusyayê ji Kiev, Xarkiv, Xerson paşve kişandiye û bi pêş ve diçe. Rusyayê nîşaneyên yekem ên parçebûnê nîşan da. Kompaniya ewlekariya Rusyayê Wagner "qelsiya" rêveberiya Moskovayê nîşan dide. Rusya, di warê leşkerî û siyasî de qels e.”

Emmanuel Macron diyar kir ku ew ê ji bo YE û Rojhilatê Deryaya Spî bi Erdogan re di nav têkiliyê de bin û da zanîn ku ew hêvî dike ku Tirkiye bi lez û bez endamtiya Swêdê ya NATOyê erê bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin