Kirby: Ji ber Hamasê rawestandin bi dawî bû

Kirby: Ji ber Hamasê rawestandin bi dawî bû

PeyamaKurd – Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku ji bo agirbesta di çarçoveya "rawestana însanî" ya li Şerîda Xezzeyê ya ku ji aliyê Îsraîlê ve di bin dorpêça Îsraîlê de ye, di demeke herî kurt de ji nû ve destpê bike, ew hewl didin.

Agirbesta li Xezzeyê ya ku wê destûrê bide pevguhertina rehîneyan û alîkariya însanî di 24ê Mijdarê de destpê kiribû. Agirbesta ku dihat plankirin di 28ê Mijdarê de biqede, hat dirêjkirin û do bi dawî bû.

Îsraîl paşê dîsa bi tundî bajar bombebaran kir û ragihand, herî kêm 178 kes mirine.

Koordînatorê Têkiliyên Stratejîk ên Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî John Kirby di civîna xwe ya çapemeniyê ya rojane de şerê nû nirxand.

Kirby diyar kir, 'Washington bi Îsraîl, Misir û Qeterê re ji bo ji nû ve agirbestê bê tetbîqkirin dixebite' û ji ber bidawîbûna agirbesta 7 rojan Hamas sûcdar kir.

Kirby got, "Ev rawestan, ji ber Hamasê qediya. Wan nekarî lîsteyek ji rehîneyan amade bike ku karibe alîkariyê dirêjkirina vê rawestanê bike."

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin