PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li Dewleten Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) frokeyeke bombebaranê ku tije teqemenî bû ketîye.
Di derbarê bûyerê de Baregeha Hêzên Hewayî ya Ellsworthê ya DYAyê da zanîn ku frokeya modêla B-1B Lancer ya şer, li Parêzgeha Dakotaya Başûr, tevî barê xwe yê teqemenî, dema ji bo daketinê nizim bûye, ji ber sedemek ne diyar ketiye.
Baregehê diyar kir ku di encama vê bûyera ku di demjimêr 17.50 yê herêmî de rû daye de mirin an birîndarî çênebûne.
Baregeha Hêzên Hewayî ya Ellsworthê her wiha da zanîn ku dema bûyerê rû daye 4 pîlot û personel di frokeyê de bûne lê belê dikaribûne bi serkeftî xwe rizgar bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin