PeyamaKurd - Li devera Mendelî ya Herêma Kurdistanê, çekdarên DAIŞê êrişî hêzên Iraqî kirin û komek ji wan kuştin. Hat ragihandin ku bi kêmanî 4 serbaz hatine kuştin.
Derbarê wê êrîşê de berdevkê polîsê Diyale, Nîhad Mihemed got, çekdarên DAIŞê saet derdora 22:00 li nêzîkî gundê Neda yê bajarokê Mendelî êrişî hêzên Iraqî kirin.
Nîhad Mihemed her wiha got, di wê êrişê de çar serbaz hatin kuştin û du serbaz jî birîndar bûn.
Bi gotina wî efserê polîs, çekdarên DAIŞê ji rewşa hewayê mifa wergirtibûn û êrişî hêzên Iraqî kirin, ji ber ku çend roj in li wê herêmê baran dibare û li her derî mij heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin