Erebeyekî li zarokekî xist û ajotvan reviya

Erebeyekî li zarokekî xist û ajotvan reviya

PeyamaKurd- Li bajarê Rihayê li Sêweregê erebeyekî li gundê ku 30 km ji navçeyê dûre, li zarokekî 6 salî xist û zarok giran birîndar kir. Zarok di dema ku erebe di rêde diçû, ji nîşke de derketiye pêşiya erebê. Zarokê bi navê Îsa H. ji aliyê tîmên tenduristiyê de hat birin bo nexweşxane ya Sêweregê ya dewletê û ji wê derê wî sewqê bajarê Rihayê kirin.

Bo tesbît û girtina ajotvanê erebê, tîmên cendirmeyan ketin pêşiya ajotvan da wî bigrin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin