PeyamaKurd- Temsîlkara daîmî ya Amerîkayê bo Neteweyên Hevgirtî balyoza mezin Kelly Craft dest bi wezîfa xwe kir. 8 mehe ku ciyê temsîlkarê Amerîkayê yê li Neteweyên Hevgirtî valaye. Niha Craft bû temsîlkara daîmî û nameya xwe ya baweriyê pêşkêşî sekreterê giştî yê NH Antonio Guterres kir. Craft li navenda NH bo rojnamevanan pesnê Guterres û Trump da. Craft weha got:
“Dinya tije krîzên mirovî û zahmetiyên jeopolîtîkin. Di dinyakî weha de serpereştiya Amerîkayê gelek krîtîke û ez bi xwe bawerim êz ê vêya çareser bikim. Ez ê qedr û berjewendiyên Amerîkayê biparêzim û li rex hevkarên me bim.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin