PeyamaKurd- Navenda Tevgera Hevpar hat avakirin û helîkopterên Amerîka û Tirkiyê li ser sînorê Sûriyê digerin lê heya niha bo “dewriya hêzên bejayiyê” ku li rojhilatê Firatê dewriye bigerin, ti tevgerekî ne diyar e.
Navenda Tevgera Hevpar li navçeya Akçakale ye ku bi ser Rihayê ve ye. Îro piştî nîvro ji navendê rêvebirên leşkerî yên Amerîka û Tirkiyê weka heyetekî li ser sînor lêkolînan kirin. Heyet heya navçeya Til Ebyed ê (Girê Sipî) çû ku dikeve pêşberê Akçakale ya Rihayê. Paşî heyet dageriya baregeha xwe.
Di çapemeniya Tirkiyê de gelek nûçeyên şaş tên belavkirin ku yek ji wan “dewriya leşkerên bejayiyê” bo ser sînorê Sûriyê. Bo dewriye dest bi wezîfeya xwe bikin, divê hêzên PYD ê ji deverên ku dewriye lêbigerin, vekişin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin