Borrell, bi wezîrê karên derve yê Lubnanê bi Abdallah Buhabib re hevdîtin kir

Borrell, bi wezîrê karên derve yê Lubnanê bi Abdallah Buhabib re hevdîtin kir

PeyamaKurd – Nûnerê bilind yê Têkiliyên derve yê Yekîtiya Ewrûpayê Josep Borrell bi wezîrê karên derve yê Lubnanê re bi Abdallah Buhabib re civiya û pê re li ser gengeşeya li herêmê zêde dibe, axifî. Her dû lîder ji bo arîşeyê nerm bikin û çareseriya siyasî ya dîplomatîk bibînin, li hev kirin.

Borrell di ser hesabê xwe yê Xê de mijarê ragihand. Borrell got:

“Dijberiya ku li ser xeta sînorê navbera Îsraîlê û Lubnanê çêdibe, ji bo asta dijberiyê daxin, me li hev kir. Em li ser çawayiya kêmkirina arîşeya ser xeta sînor û ku ji terefê herkesî de bê qebûlkirin û xebatên xwe çawa xwurt bikin axifîn. Lubnan, Îsraîl û herêm nikare tehemmula şerekî nûh bike û wê ji rewşê YE jî bandorê bigre.”

Borrell, her weha got ku YEyê destekê dide rola hêza aştiyê ya Neteweyên Yekgirtî (UNIFIL) ku li Lubnanê aştiyê û îstîqrarê diparêze.

Hewlên yên wekî Borrell û yên din ku naxwazin şerekî di navbera Hîzbûllahê û Îsraîlê de bibe, xebatên xwe dewam dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin