PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û yê Tikiyê Mevlût Çavuşoglu li Sîngapurê hevdîtinek pêk anîn.
Hevdîtin di navbera Pompeo û Çavuşoglu de li Sîngapurê piştî civîna Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Netewên Asyaya Başûrê Rojhilat ya 51emîn çêbû.
Li gorî agahiyan, hevdîtin bi seeta Tirkiyê li 07:30î dest pê kiriye û li 08:15an bi dawî bûye.
Di hevdîtinê de bûyera Keşe Brunson hatiye axaftin. Ji ber vê yekê hevdîtin pir girîng bû, lewra piştî ku Keşe Brunson nehate berdan, Amerîkayê dorpêç danîbû ser hinek wezîrên Tirkiyê.
Li gorî çavkaniyên Îngilîzî her du Wezîr li ser çareserkirina pirsgirêkan li hev hatine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin