PeyamaKurd- Hukumeta Afxanistanê biryar daye ku bi sedan girtiyên Talîbanê yên di destê xwe de berde û paşî li ser masa peymanê rûnên. Talîbanê bo li ser masa îmzayê rûnê, şertên berdana 400 girtiyan dabû pêş. Ew 400 kes ew kesin ku di asta bilind de, di Talîbanê de cîh girtine. Berdevkê Konseya Ewlekariyê ya Afxanistanê Cawîd Faysal ragihand ku wê 400 zîndaniyan, di nav 2 rojan de, dest bi berdana wan bike. Berdevkê Talîbanê Suheyl Şahin jî weha got:
“ Tewrên me zelalin. Eger temamê mehkûman berdin em ê di nav hefteyê de bo hevdîtian amade bin. Hevdîtina ewilî dibe ku li Qatarê li Dohayê destpêbike.”
Berdana 400 kesan di sibatê de xistibûn nava peymanê ya navbera Amerîka û Talîbanê. Di çarçoveya peymanê de, hukumeta Afxanistanê heya niha li dora 5 hezar endamên Talîbanê serbest berdaye lê di berdana 400 kesan de nedixwest bên berdan. 400 girtî bi kuştina gelek kesan û bi taybetî kesên biyanî sûcdarin.
Lewra heya niha nehatine berdan lê hukumeta Afxanistanê dê wan jî berde.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin