Sedr Hekîm û Ellawî tifaq çêkirin

Sedr Hekîm û Ellawî tifaq çêkirin

PeyamaKurd - Li Iraqê tifaqa 3 koman hat îlankirin, di nav de Muqteda Sedr, Emmar Hekîm û Îyad Ellawî hene.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên siyasî hatin sitandin, Koalisyona Saîrun a ku Sedr piştgirî dayê û di hilbijartinê de kete rêza ewil, Koalisyona Hikûmeta Neteweyî ya Emar Hekîmê serokê Şiî û Koalîsyona Nîştimanî ya Ellawiyê serokwezîrê berê tifaq kirin.

Îtifaqê li Meclisa ji 329 parlementeran pêk tê piraniya Meclisê hilda destê xwe û hedef ew e ku hikûmetê ava bikin. Tê îdiakirin ku komên siyasî yên din jî tevlî îtifaqê bibin.

Di 12ê gulanê de li Iraqê hilbijartina ku hindik kes beşdar bibûnê û li ser şaîbe hebû hat kirin. Di hilbijartinê de koalîsyona Muqteda Sedr ku tê zanîn li dijî Amerîkayê ye û mesafe di navbera wî û Îranê da heye 54 kursî qezenc kiribû.

Ligel vê koalîsyona Hekîm 20  û ya Ellawî jî 21 parlamenter qezenc kiribûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin