Li Meksîkayê di pevçûnê de 5 kes mirin

Li Meksîkayê di pevçûnê de 5 kes mirin

PeyamaKurd – Li Meksîkayê li eyaleta Michoacanê kesên di erebeyên ku di otobanê de diçûn bi sîlihan li hev xistin, di encamê de 5 kes mirin û 3 kes birîndar bûn. Polîs û ambûlans çûn ciyê bûyerê û ji erebeyan yek bitemamî şewitiye.

Bûyera ku li ser rêya otobanê ya bi navê Cuitzeo- Zinapecuaro çêbû, kesên ku di erebeyan de xwe derxistibûn derve û bi çekan li hev xistin, bûn sedema qezayê jî. Serdozgeriya eyaletê dest bi lêpirsîna bûyerê kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin