PeyamaKurd – Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê diyar kir, di encama teqîna teqemeniyekê de leşkerekî wan li devera operasyona Pence-Kilîd hatiye kuştin.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê do ragihand û got, leşkerekî wan ê bi navê Îbrahîm Han li devera operasyona Pence-Kilîd, ji ber teqîna teqemeniyekê birîndar bûye.
Herwiha Wezaretê destnîşan kiriye, piştî bûyerê leşker rakirine nexweşxaneyê, lê tevî hemî hewldanan li nexweşxaneyê can daye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin